Di êrîşa polîsên Îsraîlê de 32 Filîstînî birîndar bû

Di êrîşa polîsên Îsraîlê yên li dijî çalakiyên protestoyê yên Filîstîniyan ên li ser sînorê Îsraîlê herî kêm 30 Filîstînî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Filîstînê Eşref El-Qorda ragihand ku di êrîşa leşkerên Îsraîlê de herî kêm 32 Filîstînî birîndar bûn. El-Qorda diyar kir ku rewşa 2 birîndaran jî kiritîk e.

Artêşa Îsraîlê jî daxuyanî da û got zêdetirî 10 Filîstînî li ser Şerîda Xazze ku Îsraîlê ji Filîstînê cûda dike li nuqteyên cûda kom bûne.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Filîstîniyan kevir avêtine leşkerên Îsraîlê û got; “Gelek teqemenî jî avêtin leşkerên me.”

Ji Adara 2018ân ve Filîstînî her hefte li herêma Şerîda Xazze çalakiyên protestoyê lidardixin. Heta niha di çalakiyan de 246 Filîstînî di êrîşa leşkerên Îsraîlê de mirîn e.