Di êrîşa li Mogadîşûyê de hejmara miriyan zêde dibe

Di êrîşa li paytexta Somalî Mogadîşûyê ya li dijî nuqteya ewlehiyê herî kêm 90 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Serê sibê li Mogadîşûyê li dijî nuqteyekî ewlehiyê êrîşek pêk hatibû. Di êrîşê de 17 jê polîs herî kêm 90 kes mirin.

Hate diyarkirin ku di nava kesên mirîne de piranî xwendekar hene.

Rêxistinekî navnetewî ku agahiyan veşartî dihêle, ragihand ku  hejmara kesên mirine ser 90’î re ne. Parlamenterekî Somalî ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da ragihand ku 90 kes mirîne.

Xwediyê ambûlansên Aamîn Abdîkadîr Abdîrhahman Haci Aden jî ragihand ku bi dehan kes birÎndar in.

Êrîşa îro yek ji êrîşên herî bi xwîn yê dîroka welat e. Cotmeha 2017’an li Mogadîşûyê êrîşa bombeyî pêk hatibû û 600 kes mirîbûn.

Heta niha kesekê êrîş li xwe ne girtiye.