Di êrîşa li Efganistanê de 11 kes mirin
Di êrîşa bombeyî ya li bajarê Celalabat a dikeve rojhilatê Efganistanê de bi kêmanî 11 kes mirin.
Di êrîşa bombeyî ya li bajarê Celalabat a dikeve rojhilatê Efganistanê de bi kêmanî 11 kes mirin.
Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê baskê DAÎŞ’ê yê li Efganistanê kesekî ku bombe li xwe pêçayî ve pêkhatiye.
Hate ragihandin ev kesê bombe li xwe pêçayî, bi peya hatiye û bombeya li ser xwe teqandiye.
Çavkaniyên ji nexweşxaneyê ragihandin ku 11 kes mirine, 13 kes jî birîndar in.
Ji kesên mirine, 4 jê polîs, 1 zarok e. Dîsa di nava birîndaran de jî polîs û zarok jî hene.