Di êrîşa Las Vegasê de zêdeyî 50 kes mirine

Di êrîşa çekdarî ya li dijî Festîvala Muzîkê ya Roûte 91’ê ya li Las Vegasê ya DYA’yê de tê diyarkirin ku herî kêm 25 kes mirine û ji 200’î zêdetir kes jî birîndar bûne.

Bîlançoya qetlîama êrîşa li dijî otelekê ya li Las Vegasê zêde dibe.

Li rexmê ku êrîşkar hatiye kuştin jî, ji ber îzdihamê hejmara windayan zêde dibe. Polîs Clark Coûntry Josep Lombardo diyar kir ku di êrîşê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî zêdeyî 200’î ye.

Lombardo ragihand ku êrîşkar Stephen Poddock 64 salî ye û li herêmê dijî. Lê belê têkildarî armanca êrîşkar ya ji bo qetlîameke wisa, tu agahî nehatiye bidestxistin. Lombardo têkildarî êrîşkar ya bi grubekî mitîtan re jî agahî da û diyar kir ku heta niha agahiyekî têkiliya wî bi grubekî re nehatiye tespîtkirin.

Jina bi navê Marîloû Danley ku tê texminkirin bi êrîşkar re ye, hat hînbûn ku birîndar bûye.

Êrîşa li Las Vegasê, di sala derbasbûyî de li Orlandoyê di  klubekî şevê ku zêdetirî hevzayend diçûnê, êrîşeke ku têkiliya xwe bi DAIŞ’ê re hebû, bîlançoya wê giran bûbû. Êrîşa Orlando, di dîroka Emerîkayê de weke qetlîma herî mezin a bi çek pêk hatibû, cihê xwe digire.