Di êrîşa DYE’yê de ya li dijî Haşdî Şabî 25 kes mirin -NÛ BÛ

Hate ragihandin ku DYE li Iraqê li dijî Haşdî Şabî ya alîgirê Îranê êrîşek kiriye û di vê êrîşê de 25 kes hatine kuştin.

Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Mark Esper diyar kir ku ev êrîşên hewayî ‘serkeftî’ bi encam bûne. Hate diyarkirin ku balefirên şer ên DYE li rojavayê Iraqê û li rojhilatê Sûriyeyê li pênc hedefan dane.

HAŞDÎ ŞABÎ BÛ HEDEF

Hate diyarkirin ku di êrîşê de tesîsên Tûgaya Hîzbûllahê ya nêzî Haşdî Şabî bûne hedef.

Hate ragihandin ku di êrişê de 25 kes hatin kuştin. Di bîlançoya beriya niha de hatibû gotin ku 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Vê êrîşa DYE’yê li Iraqê di asta herî bilind de bû sedema nerazîbûnan. Piştî demeke kurt li Bexdayê çar roket li nêzî baregeha leşkerên Emerîkan ket. Di êrîşê de kes birîndar nebû.

DI HEFTEYÊN DAWÎN DE ÊRÎŞÊN LI DIJÎ BAREGEHÊN DYE’YÊ

Ji 28’ê Cotmehê û heta niha li dijî baregehên leşker û dîplomatên DYE’yê 11 êrîş hatine kirin. Heta niha bi tenê di van êrîşan de bi tenê leşkerekî Emerîkayê miriye.

Roja Înê jî berêvarî êrîşek hate kirin. Hate diyarkirin ku 36 roket avêtine baregeha leşkerên Emerîkayê. Hate ragihandin ku roketek jî li baregeha K1 a li Kerkûkê ketiye.

ŞERÊN DYE Û ÎRANÊ YÊN LI SER AXA IRAQÊ

Berdevkê leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê Adil Evdulmehdî yê ku îstîfa kiribû, got, “Serweriya Iraqê hatiye binpêkirin” û ji bo ku Emerîkayên çîna siyasî ji Iraqê werin derxistin, kampanyayek da destpêkirin.

Fikara rayedarên Iraqê ev e ku DYE û Îran Iraqê ji xwe re bikin qada şer.

A niha li Iraqê 5200 leşkerên DYE hene. Îranê jî bandora xwe li Iraqê zêde kiriye.

Li Iraqê ji 1’ê Cotmehê û vir ve ji bo ku rejîm were guherandin protesto tê kirin. Ev jî dide diyarkirin ku aloziya di navbera DYE û Îranê wê li qada Iraqê zêdetir bibe.