Di civîna YE û Hindistanê de li dijî Çînê peyam hate dayin

Yekîtiya Ewropayê û Hindistan ji bo hêza Çînê ya ku zêde dibe, dest bi tifaqekê dikin.

Krîza ekonomîk a ji ber Covîd-19’ê û aloziyên bi Çînê re, Yekîtiya Ewropayê û Hindistanê nêzî hev dike.

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Mîchel û Seroka Komîsyonê Ursula von der Leyen tevî Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî bi rêya vîdeokonferasnê civînek hate lidarxistin. Di civînê de ji bo xurtkirina têkiliyên aboriyê li hev kirin.

WÊ TÊKILIYÊN BAZIRGANÎ WERE KIRIN

Di civînê de hate diyarkirin ku aloziyên di navbera Çîn û Hindistanê de jî hatiye nirxandin. Hate diyarkirin YE peyama piştgiriyê daye Hindistanê.

Piştî hevdîtinê Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen diyar kir ku hê jî ew negihiştine potansiyela têkiliyên bazirganî yên bi qasî 100 milyar eûroyan.

Yek ji rayedarê Wezareta Karê Derve yê Hindistanê Vîkas Swarûp jî diyar kir ku yek ji encama herî girîng a civînê ev e ku di warê bazirganî û veberhênan de wê di asta herî jor de diyalogê bidomînin.

Yek ji encama herî girîng a vê civînê ev bû ku daxuyaniyên derbarê aloziya bi Çînê re derkete pêş. Hate hînbûn aloziyên bi Çînê re yekser nehatiye binavkirin lê peyamên hatine dayin derket pêş.

Di navbera Çîn û Hindistanê de meha borî di şeran de gelek leşker miribûn. Daxwazên Çînê yên li Pasîfîkê û polîtîkaya wê ya li Hong Kongo jî dibe sedema nerazîbûna welatên Ewropayê.

Hindistan li herêmê ji xeynî warê leşkerî di warê ekonomiyê de jî yek ji raqîbê herî mezin ê Çînê ye. Nifûsa her du welatan bi qasî 1,4 milyar e, lê di warê aborî de Çîn xurttir e. Di heman demê de dahata neteweyî ya Çînê çar qatan ji ya Hindistanê zêdetir e.