Di çalakiyên Iraqê de 6 kes mirin

Çalakiyên li Iraqê ya ji bo guhertina sîstemê û li şûna wê jî refên siyasî bi cih bibin hatibû destpêkirin belav dibin. Di çalakiyan de 6 kes mirin.

Li Iraqê di dîroka nêz de nerazîbûnên herî girîng pêk tên. Li ser daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê li gel wê ye ku perwerde ji nû ve destpê bike, bû sedem ku nerazîbûn gurtir bibin. Di çalakiyên ji 1’ê Cotmehê û vir ve destpê kirî dewam dikin. Di xwepêşandanan de heta niha 350 kes mirine.

Heta niha li ser daxwazên çalakvanan tiştekî berbiçav nehatiye kirin. Çalakvan diyar dikin ku rêveberiya heyî diz, bêkêr û girêdayî Îranê ne.

Li Nasiriyê di çalakiyan de 3 çalakvan ji ber guleyên hêzên ewlekariyê mirin. Li bajar dibistan girtî û gelek saziyên îdarî jî girtî ne. Rewşa heyî li Hîlla, Diwaniye, Necef, Kût, Amara û Besra jî heye. Her wiha Li Nasiriyê 5 pirên li ser Çemê Firat ên li bajar jî dagir kirin. Dîsa rêya diçe kargeha petrolê ya civakî û kaneke petrolê ya nêz jî girtine. Li Besrayê jî 3 çalakvan mirin. Li bajar rêyên sereke hatine g irtin. Li Kerbelayê jî şer heye.