Di bûyerên li ber Sefaretxaneya Bilind a Îsraîlê de 2 kes mirin
Li Sefaretxaneya Bilind a Îsraîlê ya li paytexta Urdun Ammanê, ji ber êrîşekê 2 kes mirin.
Li Sefaretxaneya Bilind a Îsraîlê ya li paytexta Urdun Ammanê, ji ber êrîşekê 2 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya rayedarên Ammanê, yên mirin e Urdunî ne û yek ji birîndaran Urdunî, yek jî Îsraîlî ye.
Wezareta Karên Deve ya Îsraîlê li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir, ku mobîlyayên rezîdansa sefaretxaneya bilind dihate guhertin û yek ji merengozan bi tornavîda êrîşî wezîfedarekî parastinê yê Îsraîlî kiriye.
Polîsên Urdunê dor li avahiya sefaretxaneyê girtin. Personelên sefaretxaneya bilind jî ji avahiyê hatin derxistin.
Tê zanîn, sefaretxaneya bilind a Îsraîlê ya li taxa Rabiyeh a Ammanê bi xurtî tê parastin. Roja Înê li dijî Îsraîlê xwepêşandan hatibû lidarxistin û bi hezaran Urdunî tevlî bû bûn. Xwepêşandêran Îsraîl protesto kiribûn ku dedektorên metal li Mescîd-î Aksa ya li rojhilatê Qûdisê bi cih kir.
Beriya dagirkeriya ÎsraıLê, ji sala 1949'an heta 1967'an, rojhilatê Qûdisê di kontrola Urdunê de bû.