Di bahoza Mîchaelê de 13 kes mirin

Bahoza Mîchaelê li gelek eyaletên DYA da û rê li ber xisaran vekir. Hate ragihandin ku 13 kes mirine.

Bahoza roja Çarşemê bi lêza xwe ya di saetekê de 250 kîlometre li peravên Floraîdayê da.

Tê diyarkirin ku ev bahoz, bahoza herî xedar a 100 salên dawîn e. Rayedaran diyar kirin ku ji ber bahozê 13 kes mirine.

Li Floraîdayê ji ber bahoza elektrîka milyonek kesan hate qutkirin. Li Florîdayê jî elektrîka 380 hezar kesan, li Georgîayê ya 234 hezar kesan û li Carolînaya Bakur jî ya 400 hezar kesan qut bû.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp roja Sêşemê li 35 kontên Florîdayê rewşa lezgîn dabû îlankirin. Li Karolînaya Bakur meha borî Bahoza Florence çêbûbû û ji ber bahozê 40 kes miribûn.

Li DYA’yê di heşt salên dawîn de bahozên Irma, Marîa û Harveyê pêk hat û ev bahoz bû sedema xisara 125 milyar dolaran. Metropola Hoûstonê jî di bin avê de mabû.