Di 3 rojan de bi hezaran koçber li Derya Spî hatin rizgarkirin

Bi saya operasyonên li herêma navbera Lîbya û Îtalyayê, di nava vê hefteyê de bi hezaran koçber hatin rizgarkirin.

Yekîneya ewlekariya peravên Îtalyayê Gûardîa Costîera daxuyaniyek da û ragihand, ku ji destpêka vê hefteyê ve, 4 hezar û 600 koçber ji aliyê Lîbyayê ve hatine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, roja Sêşemê 2 hezar û 700 koçber û duh jî hezar û 100 koçber hatine rizgarkirin.

Ji bo bot û keştiyên penaberên ku piraniya wan ji welatên Afrîkayê tên binav nebin û bên rizgarkirin, tevî welatên Ewropayê gelek saziyên alîkariyê yên însanî li Derya Spî operasyonê dikin.

Ji destpêka vê salê ve hejmara koçberên di ser Derya Spî re xwe gihandine welatên Yekîtiya Ewropayê gihîşt 100 hezarî. Herî kêm 2 hezar kes fetisîn.