'Deynê welatên xizan jê bibin'

Zêdeyî 300 parlamenterên ji bîst welatan bang li Fona Pereyan a Navneteweyî (ÎMF) û Bankaya Cîhanê kirin, ku ji ber encamên aborî yên pandemiya Covîd-19 deynê welatên xizan jê bibin.

Tevî nûnerê Demokratan Îlhan Omar senatorê Amerîkî Bernîe Sanders pêşengiyê ji vê hewldanê re dike. Sanders got, çavkaniyên welatên xizan divê ne ji bo dayina 'deynên giran', lê belê ji bo parastina gel bên bikaranîn.

Sanders diyar kir, Bankaya Cîhanê, ÎMF û saziyên malî yên navneteweyî, ji bo pêşîgirtina li xizaniyê, birçîbûn û nexweşiyê ku gefê li jiyana bi sedan milyon mirovî dixwin, divê deynên welatên xizan jê bibin.

Parlamenterên ji hemû parzemînan xwetin, deynê welatên xizan neyên rawestandin, lê belê bi temamî bên betalkirin. Di civîna bilind a G20 de ya meha Nîsanê biryar hatibû dayin ku deyn bên taloqkirin.