Destûra Bingehîn a Nû ya Venezûelayê pêşkêşî referandûmê tê kirin

Serokkomar Nîcolas Madûro, ku di hedefa xwepêşandanên protestoyî de ye ragihand, destûra bingehîn a nû ya ji aliyê meclîsa damezrîner ve bê nivîsandin, wê pêşkêşî referandûmê were kirin. Meclîsa Damezrîner jî wê di meha Tîrmehê de bê hilbijartin.

Madûro got, "Hinek, heman kes wê ji bo dengê 'na' bang bikin. Em ê wan têk bibin." Mûxalefeta rastgir a ku DYA piştgiriya wê dike, pêvajoya meclîsa damezrîner boykot dike. Mûxalefet û hin siyasetmedar dibêjin, divê pêvajoya Meclîsa Damezrîner jî pêşkêşî referandûmê were kirin.

Di sala 1999'an de, Serokkomarê berê Hûgo Chavez ji bo meclîsa damezrîner referandûm pêk anî bû. Mûxalefet wê li dijî hilbijartina Meclîsa Damezrîner a beriya referandûmê, roja Pêncşemê serî li Dadgeha Bilind bide.

Madûro, bêyî ku nav bilê bike, lîderê mûxalefetê weke 'xayin' bi nav kir. Serokkomar got, "Derketina holê ya xayinan ne cara yekê ye ne jî ya dawî ye. Xayin li pêşberî pêwîstiya pêvajoya veguherînê tengav bûne."

DI XWEPÊŞANDANAN DE 60 KES MIRIN

Di vê navberê de, xwepêşandanên li dijî Madûro dewam dikin. Li gorî dozgeriyê, ji 1'ê Nîsanê û vir ve di xwepêşandanan de 60 kesî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha şeva Çarşemê dozgerek jî bû qurbanê cînayetekê. Dozgerê bi navê Nelson Moncada ew kes bû , ku mehkûmiyeta lîderê mûxalefeta rastgir erê kiribû. Hikumet, ji kuştina dozger, mûxalefetê berpirsyar dibîne.