Desthilatdariya Cezayîrê vîrûsê li dijî tevgera civakî bi kar tîne

Çalakiyên bi daxwaza guhertina rejîma Cezayîrê tên kirin, ji ber şewba Covîd-19 hatin rawestandin. Desthilatdarî dixwaze vîrûsê bi kar bîne û bi vî rengî nerazîbûna gel bitepisîne.

Tevgera Gel a ku dawî li rejîma Abdulazîz Bûteflîka anî, her hefte bi rêk û pêk dadikeve qadan. Lê belê di nava meha Adarê de ji ber şewba vîrûsa koronayê çalakî rawestiyan. Lê belê zext û zordarî nesekinîn. Hîn jî mûxalîf, rojnamevan, medya serbixwe û bikarhênerên înternetê dibin hedef.

QANÛNA KU LI PÊŞIYA AZADIYA ÎFADEYÊ DIBE ASTENG

Di dema şewbê de bi hinceta "agahiyên şaş" û "gotinên nefretê" li ser înternetê tên belavkirin, bi bayê bezê qanûnek hate amadekirin. Mûxalîf bi fikar in ku ev qanûn hewldanek ji bo tepisandina azadiya îfadeyê ye.

Li gorî nûçeya AFP'ê, nivîskarê rojnameya Oran a bi zimanê Fransî tê weşandin Akram Belkaîd destnîşan kir ku ev qanûn vegera li sîstema "devê xwe bigire" ya ku di salên 1970'î de li jin û mêrên Cezayîrî hemûyan dihate ferzkirin.

Belkaîd diyar kir, hikumet hewl dide nehêle ku piştî şewbê tevgera civakî ji nû ve derkeve holê.

Dîroknasa Magrebê Karîma Dîreche jî got, "Pandemî ji bo desthilatdariya heyî ku sûdê ji şenseke bêyî liberxweketî werdigire, nanekî pîroz e. Mayina li malê ji zexta polîsan û edliyeyê re dibe alîkar."

Dîroknas destgîrkirina bi dehan kesî li gelek bajarên Cezayîrê bi vî rengî vegot û got, "Girtin û darizandin careke din nîşan dide ku erka edlî bi temamî radestî rêveberiyê hatiye kirin."

Li gel şewbê roja Yekşemê li bajarê Tîzî-Oûzoû ya herêma Kabîliyeyê bi sedan kes daketibûn qadan û nerazîbûn nîşanî zexta îfadeyê ya li ser pênc ciwanan hate kirin, dabûn.