Destê Serokwezîr Ebadî qels dibe: Şeş wekîlên din îstifa kirin
Hate ragihandin, şeş wekîlan ji Koalîsyona Nasir a bi lîderiya Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî îstifa kirine.
Hate ragihandin, şeş wekîlan ji Koalîsyona Nasir a bi lîderiya Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî îstifa kirine.
Parlamenter Îhsan Sûban Şîblî, Ala Sûker Delfî, Yûsûf Kelabî, Huseyîn Macîd Fayîz, Sevre Cevad Hîflî û Riyaz Abbas Temîmî ji Koalîsyona Nasir a bi lîderiya Serokwezîr Ebadî îstifa kirin.
Wekîlên navborî ragihandin ku wê di demeke kin de xwe bi rêxistin bikin.
Beriya niha bi demeke kin, komek ji parlamenteran bi pêşengiya Falih Feyyaz ê ji wezîfeya şêwirmendiya neteweyî hatibû girtin ji Koalîsyona Nasir îstifa kiribûn û koma bi navê Ata ava kiribûn.