Derziya Covîd-19: Trûmp 'xweşbîn' e, Elmanya 'realîst' e

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ku ketiye atmosfera kampanya hilbijartinê, îdîa kir ku wê heta dawiya salê derziya li dijî vîrûsa koronayê amade bikin. Wezîrê Tenduristiyê yê Elmanyayê jî got, çêkirina derziyê dibe ku bi salan bidome.

Ji bo hilbijartinên serokatiyê yên li DYE'yê şeş meh man. Donald Trûmp dest bi kampanya hilbijartinê kir. Trûmp têkildarî derziya li dijî vîrûsa koronayê bi 'xweşbînî' axivî.

Trûmp di bernameya qenaleke taybet a televîzyonê de got, "Bi dîtina min heta dawiya salê em ê derziyekê bi dest bixin."

Trûmp got, "Doktor wê vê bêjin: Divê hûn vê nebêjin. Ez, tişta ku difikirim dibêjim."

Serokê DYE'yê Donald Trûmp destpêkê pandemiya Covîd-19 biçûk dîtibû, piştre neçar mabû ku tevdîra mayina li malê bixe meriyetê. Trûmp her wiha hefteya dawî ya meha Nîsanê li dijî Covîd-19 UV (ultraviyole) û deterjan pêşniyar kiribû, ku doktor li pêşberî vê mat mabûn.

Wezîrê Tenduristiyê yê Elman Jens Spahn jî êvara Yekşemê li televîzyona ARD'ê di mijara derziyê de bi qasî Trûmp bi xweşbînî neaxivî.

Spahn got, "Ez ê kêfxweş bibim ku di nava çend mehan de eger derziyek bê peydakirin, lê belê bi dîtina min divê mirov realîst bin. Dibe ku çêkirina derziyekê çend salan bidome."

Wezîrê Tenduristiyê ya Elman got, "Çekirina derziyê yek ji karên herî giran ê tibê ye."