Deryayên Asyayê ji ber plastîkan herimîne

Her sal bi milyonan plastîkan diavêjin nava deryayên li Asyayê. Eger tedbîr neyên girtin, di nava çend salan de wê 250 milyon ton plastîk li deryayên herêma Asyayê kom bibin.

Qirêjiya plastîkan bandoreke giran li Asyayê dike. Mangrovên Vîetnamê bi kîsên plastîk tije bûne. Li Taylandê, balînayek ji ber ku 80 parçeyên plastîk daqurtand mir. Giravên Endonezyayê herimîne.

Li gorî rêxistina civaka sivîl a bi navê Ocean Conservancy, Çîn, Endonezya, Fîlîpîn, Tayland û Vîetnam salê 4 milyon ton plastîk diavêjin nava deryayê.

Lêkolîneran diyar kirin, eger heta sala 2025'an tiştek neyê kirin, wê 250 milyon ton plastîk li deryayên gelemperiya cîhanê kom bibin.

Ji Greenpeace ya Endonezyayê Ahmed Ashov Birry ji AFP'ê re axivî û got, "Em di nava krîza qir3ejiya plastîk de ne. Ev yek li her derê tê dîtin, li nava çem, li okyanûsan, li her derê."

Çîn, Endonezya, Fîlîpîn, Tayland û Vîetnam her wiha ew welat in ku di nava aboriya Asyayê de yên li pêş in. Aboriya van welatan jî xwe dispêre hilberîna zêde ya plastîkan. Ji bo hevdan û jinûve bikaranîna plastîkan, sîstemeke xurt nîne.

Plastîkên ku derya herimandine, herî zêde bandorê wan kesan dikin debara xwe bi masîgiriyê dikin. Masîgirê bi navê Nguyen Thi Phuong ê li Vîetnamê diyar kir ku cihê ku ew lê masiyan digire, êdî bûye sergoyekî ji plastîkan. Phuaong got, "Gelekî gemarî ye ku ji bo zarokan jî qet nebaş e."