Dengdana ji bo pêşnûmeya agirbestê ya NY li Sûriyeyê dîsan hate taloqkirin

Bi rojan e li ser dengdana pêşnûmeya agirbesta lezgîn a mirovî ya Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî (KENY) li Sûriyeyê gotûbêj tê kirin, dengdana pêşnûmeyê carek din hate taloqkirin.

Roja Pênçşemê Rûsyayê ji bo hinek madeyên di pêşnûmeya agirbestê de îtiraz kirîbû û ji ber vê sedemê pêşnûmeya agirbestê ya  mirovî ya mehekê li Sûriyeyê hatibû blokekirin, li ser îtiraza welatên din dengdan ji bo rûniştina duh hatibû taloqkirin.

TÊ PLANKIRIN  KU ÎRO SEAT 12:00’AN  DENGDAYÎN WERE KIRIN

Duh pêşnûmeya bi pêşniyara Swêd û Kûveytê hatibû plankirin ku seat 11:00’an a New Yorkê were dengdayîn û piştre ji bo seatên pêş hate taloqkirin. Lê belê ji ber ku rûniştin weke hatî plankirin bi rêve ne çû dengdayîn jî nehate kirin.

Di rûniştinê de ji bo Rûsya pêşnûmeyê qebûl bike hewldan  tê kirin û hate ragihandin ku dengdayîn wê îro bi seata New Yorkê di 12:00’an de were kirin.

TEVÎ KU FRANSA Û ELMANYA KETIN NAVBERÊ DE JÎ HELWESTA RÛSYA NE DIYARE

Ji bo qebûlkirina pêşnûmeya li KENY’ê divê 9 dengên erê ji 10 endamên demdemî û 5 endamên daîmî were dayîn, endamên daîmî DYA, Çîn, Rûsya, Fransa û Brîtanya bi şertê veto  nekin.

Li Sûriyeyê daxwaza îlankirina agirbesta mirovî ya mehekê ji beriya 2 hefteyan ji aliyê Koordînatorê Alîkariya Mirovî ya girêdayî NY hatibû kirin. Bi saya vê agirbestê di serî de Rojhilatê Gûtayê di nav de li hemû herêmên şer ên Sûrîyeyê şandina alîkariyên mirovî yên lezgîn tê hedefkirin.

AKP DIXWAZE JI AGIRBESTÊ SÛD BIGRE BINKETINA Lİ EFRÎNÊ DIRENGTIR BIXE

Her çiqas ne diyar e agirbest ji bo Efrînê ku dibin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de ye jî derbasdar e yan na lê AKP ji bo binketina xwe  ya li Efrînê durbixe û demê bi dest bixe bike weke fersendek ji bo AKP’ê tê dîtin.

Di agirbestên beriya niha yên bi îmzeya NY de DAIŞ, El Nûsra û komên din yên çete ji derve dihate hiştin. Lê li Sûriyeyê di çarçoveya giştî de agirbestek were kirin ji derveyî Tirkiyeyê ku hemû welatên din QSD û YPG qebûl kirine vederkirina wan îhtimalekî mezin e.

Ev jî tê wê wateyê ku ji bo artêşa Tirk a dagirker û êrîşên bi ser Efrînê ve 5 hefte li pey xwe hişt, binketineke û ji bo dagirkirina Efrînê demê bi dest dixe. Di rojên dawî de di daxuyaniyên ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo têkçûna li Efrînê veşerîn helwdaneke mezin heye.

Erdogan û AKP bê navber pêşveneçûna xwe ya li Efrînê qebûl kirin û serî li derewên ‘rewşa-xirab a hewayê, ‘befir’ , ‘pêşî lêgirtina windahiyên sivîlan’ dide. Lê belê di hefteyên dawî de li herêmê ne baran û ne jî berf dibare. Li aliyê din Tirkiye heya niha di bombebaranê de bi sedan sivîl qetil kiriye.