Demokrat difikirin ku yekî din bixin şûna Biden

Li gorî medya DYE'yê, Demokrat difkirin ku li şûna Serokê DYE'yê Joe Biden namzetekî nû nîşan bide, ku Biden di nîqaşa bi Donald Trump re performanseke gelekî nebaş nîşan da.

Piştî 'têkçûna cihê şermê' ya li nîqaşa bi Trump re, Demokrat difikirin ku Joe Biden biguherînin. Li gorî medya DYE'yê, Demokrat li bendê bûn ku êvara Pêncşemê di nîqaşa li hemberî Donald Trump de Joe Biden derbê li hevrikê xwe bixe, lê belê li pêşberî performansa nebaş a hate nîşandan ketin nava panîkê.

Joe Biden çend caran welê xuya kir ku mîna serê wî tevlîhev bûye û nekarî kesî qanih bike ku li gel temenê xwe yê dirêj dikare demeke din wezîfeyê bike.

Alîkarekî kampanya Partiya Demokratan bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin ji CNN re axivî û têkildarî performansa Biden a li televîzyonê got 'gelekî nebaş bû'. Yekî din jî got, 'Zehmet e ku mirov bibêje Birêz Biden namzetê me ye'.

Serokê 81 salî di dema nîqaşê de bêparastin xuya dikir. Bi dengekî gelekî nizm axivî, xwe timî bi rengekî têrker neda fêhmkirin û carna jî nedihate fêhmkirin. Fikarên li ser temenê dirêj û tenduristiya Biden derket pêşiya nîqaşê.

Demokrat fikarên xwe yên li ser namzetiya Biden hîn bêhtir tînin ziman. Komarger jî îdîa dikin ku Joe Biden ne xwedî wê hêzê ye ku welêt çar salên din bi rê ve bibe.

Li gorî Politico hin stratejîstên demokrat ketine nava panîkê. Yekî ji wan got, 'Karê Biden qediya ye, her tişt qediya'.

Di dîroka Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de heta niha nehatiye dîtin ku namzetekî di pêşhilbijartinên partiya xwe de nebûye namzet û tevlî hilbijartinan nebûye.

Pîvanên navxweyî yên Partiya Demokrat vê yekê zehmet dike, lê belê li gorî CNN Demokrat gav bi gav vê rêyê hîn bêhtir nîqaş dikin.

Yekî ji wan got, "Dem hatiye ku kongre bê lidarxistin." Lêgerîna li namzeteke-î nû li derveyî îhtimalan nayê nirxandin.

Demokratekî din ê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, bal kişand ser waliyên ciwan û navdar Gavin Newsom (California) û Gretchen Withmer (Michigan) kir û got, "Eger ez li şûna Gavin an jî Gretchen bûma min ê îşev dest bi lêgerîna li mirovan bikira."