Dema hilbijartina pêşwext ya Iraqê diyar bû

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar da ku sala bê hilbijartina encûmena nûnerên Iraqê pêk bê.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan biryar dane 6’ê meha Hezîranê ya sala bê hilbijartinên pêşwext yê encûmena nûnerên Iraqê pêk bê.

Ev biryarê Mistefa Kazimî di demekê de ye ku di dawiya sala bihorî û zivistana îsal de xwepêşaneran li qadên cuda yên Iraqê daxwaz kiribûn ku encûmena nûneran û hikûmeta Iraqê hilweşe û hilbijartineke pêşwext were pêkanîn. Dema Mistefa Kazimî wezîfeya Serok Wezîrtiyê wergirt di karneya xwe de îşare bi xebatên ji bo pêkanîna hilbijartinên pêşwext a encûmena nûnerên Iraqê kiribû.