Dawiyê ceza li şîrketa navdar a çekan a Elman hate birîn

Dawiyê dadgeheke Elman ceza li şîrketa Heckler & Koch birî ku çeka G-36'an ku ji Kurdistanê heta bi Nîkaraguayê ji bo gelek dewletên kujer pir biqedir e.

Rêveberên şîrketa Heckler & Koch ku yek ji mezintirîn şîrketa çekan a Elman e û li cîhanê ji mirina gelek sivîlan berpirs e, ji ber komkujiya ku beriya niha bi salan li Meksîkayê pêk hatî, li Dadgeha Eyaletê ya Stûttgartê dihatin darizandin.

Par derketibû holê ku Heckler & Koch Yasaya Kontrolê ya Çekan a Elman binpê kiriye û çekên bi nirxê 4,1 milyon dolarî, firotiya bakurê Meksîkayê ku li wir di nabbeyna mafyaya tiryakfiroşê û hêzên deletê de şer lê heye. Dadgehê biryara darizandinê ya ku ji Tîrmehê ve didome ragihand û bi bihayê 3,7 milyon Euro yî cezayê pereyan lê birî.

Dadgehê biryar da ku firotina çekan  a li Meksîkayê der qanûnî ye û her wiha 17 meh ceza li 5 xebatên berê yê şîrketê birî û 22 meh ceza li xebatkarekî dî birî.

Li Elmanyayê ku li bara bazirganiya çekan pir nerm e, biryara cezakirina şîrketeke çekan girîng e.

SKANDAL BI KUŞTINA 43 XWENDEKARAN DERKETIBÛ HOLÊ!

26'ê Îlona 2014'an li eyaleta Guerrero ya Meksîkayê dema xwepêşandanê 43 xwendekarên ku hatibûn destgîkirin piştre radestî çeteya bi navê Guerreros Unîdosê kiribûn. Piştî demekê di gorên komî de yên ku endamên çeteyan kesên ku kuştin lê veşartibûn, hate dîtin. Bi mehan lêkolîn hate kirin da ku were fêhmkirin bê ka cesed ên xwendekaran in yan na.

Piştî gorên komî hatin dîtin 80 endamên çete hatin destgîrkirin û di nav çekan de yên ku hatibûn bi dest xistin, 36 jê çekên G-36 ên Elman bûn lê diviya ev cure çek tenê li hin eyalatên Başûr ên Meksîkayê bihatana bikaranîn.

Ji van çekan 9 hezar û 500 jê 2007'an bi destûra hikûmeta Elman ji bo Meksîkayê hatibûn firotin.  Aktivîsên aştiyê li firotina çekan lêkolan, û derxistin holê ku b hezaran çekên şîrketa Heckler & Koch’a  di navbeyna 2006-2009'an de firotine hemû eyaletên Meksîkayê.

BI HEMAN ÇEKÊ LI KURDISTANÊ GELEK KOMKUJÎ HATINE KIRN

Bi G-3'yên ku di envantera artêşa Tirk de çekeke girîng e, li Kurdistanê gelek komkujî û cînayet hatine kirin. Bi vî rengî, peymana ''ev çek li dijî sivîlan û li herêmên şer nikare were bikaranîn'' gelek caran hatiye binpêkirin, heta niha ti ceza li şîrketê nehatibû birîn.