Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Danûstandinên navbera hikûmeta Kolombiya û ELN di 7'ê Sibatê de dest pê dikin

Hat ragihandin, danûstandinên navbera hikûmeta Kolombiya û Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) ku duyemîn mezintirîn rêxistina gerîla ya li vî welatî ye, wê di 7'ê Sibatê de bi rengekî fermî dest pê bikin.

Nûnerê hikûmeta Ekvatorê Jûan Merîgûet, ku wê malovaniyê ji danûstandinan re bike anî ziman, qonaxa destpêkê ya danûstandinan wê li gel vekirî be û di 7'ê Sibatê de li paytext Qûîoto dest pê bike.

Merîgûet daxuyaniya hevpar a ELN û hikûmeta Kolombiyayê xwend û anî ziman, parlamenterê berê Odîn Sanchez Montes de Oca, ku di destê ELN de dîl girtî ye wê di vê çarçoveyê de roja 2'ê Sibatê bê berdan.

Li gorî lihevkirinê, wê heman rojê 2 endamên ELN ên li girtîgehê bên efûkirin û werin berdan.

Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos der barê danûstandinên aştiyê de duh li Swîsreyê daxuayniyek da û destnîşan kir, armanc ji danûstandinên bi ELN re, 'aştiyeke giştî' ye. ELN jî destnîşan kir, ku hêviya wan ji danûstandinan heye.

Heyetên ELN û hikûmeta Kolombiyayê, ji roja Înê û vir ve, li cihekî nêzî bajarê Îbrarra yê li ser sînorê Ekvator-Kolombiyayê bi dizî hevdîtin dikirin.

Ev pêvajoya diyaloga bi ELN re, hikûmetê piştî peymana aştiyê ya bi gerîlayên FARC'ê re da destpêkirin. Hikûmet dixwaze, pêşî lê bigire ku valahiya ji FARC'ê rû bide, bi ELN a xwedî 1.500 - 2.500 gerîlayan e, bê dagirtin.

Piştî qonaxa destpêkê ya danûstandinên aştiyê yên li Ekvatorê, tê heyet li welatên Brezîlya, Kuba, Şîlî, Norwec û Venezûelayê jî li hev bicivin.

Li Kolombiyayê, piştî raperîna gundiyan a destpêka salên 1960'î bi dehan tevger derketin holê û ji van ên herî girîng FARC û ELN bûn. Di şerê navxweyî yê 52 salan de herî kêm 260 hezar kes mirin, zêdeyî 60 hezar kes winda bûn. Di şerê navxweyî de bi qasî 7 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûn.