Danûstandinên Brexîtê wê ji du qonaxan pêk bên
Yekîtiya Ewropa, ku di dawiya meha Adarê de serlêdana Brîtanyayê ya ji bo danûstandinên derketina ji nava yekîtiyê qebûl kir, stratejiyek ji du qonaxan danî pêşiya xwe.
Yekîtiya Ewropa, ku di dawiya meha Adarê de serlêdana Brîtanyayê ya ji bo danûstandinên derketina ji nava yekîtiyê qebûl kir, stratejiyek ji du qonaxan danî pêşiya xwe.
Pêşnûmeya stratejiyê, ku payebilindên Yekîtiya Ewropayê yên danûstandinên bi Brîtanyayê re bimeşînin li ser li hev kirine, wê beriya civîna bilind a taybet a roja Şemiyê pêşkêşî serokê dewlet û hikumetên endam were kirin. Tê texmînkirin, pêşnûme roja Şemiyê bê erêkirin.
Li gorî plana vê pêşnûmeyê, danûstandinên bi Brîtanyayê re wê bi du qonaxan bên meşandin. Muzakerevanên ku li gorî pêşniyara beriya niha ya Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tûsk tevdigerin, wê di qonaxa destpêkê de şertên derketina Brîtanyayê destnîşan bikin.
Di qonaxa duyemîn de jî wê li ser têkiliya Brîtanyayê piştî derketinê bi Yekîtiya Ewropayê re bê nirxandin.