Danûstandina her du Koreyan: Çîn kêfxweş e, DYA şert danî

Daxuyaniyên erênî yên li ser destpêkirina hevdîtinên navbera Koreyên Bakur û Başûr dewam dikin. DYA ragihand ku ew ê danûstandinên li ber bernameya nukleerî ranabin qebûl neke.

Rewşa aloz a li ser bernameya fuzeyên nukleerî yên Koreya Bakur, rojên dawî veguherî dibetiya jinûve destpêkirina danûstandin.

ÇÎNÊ JÎ DESTEK DA HEVDÎTINAN

Serokdewletê Koreya Bakur Kîm Yong Ûn di peyama xwe ya sala nû de ragihand ku ew ji diyaloga bi Koreya Başûr re vekirî ne û bang li rêveberiya Seûlê kir ku dest bi hevdîtinan bikin. Wezîrê Yekîtiyê yê Koreya Başûr Cho Myong-gyon jî anî ziman ku ew bêşert amade ne bi Koreya Bakur re hevdîtinan bikin.

Komara Gel a Çînê ragihand ku ew piştgiriyê didin hewldanên lihevhatina her du Koreyan. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê ragihand ku danûstandin wê bi kêrî kêmkirina rewşa aloz û 'paqijkirina ji çekên nukleerî' ya Nîvgirava Koreyê bê.

DYA WÊ DANÛSTANDINÊN KU BERNAMEYA NUKLEERÎ NAQEDÎNIN QEBÛL NEKE

Piştî vê daxuyaniya Koreya Başûr, ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hişyariyek li ser hevdîtinan hat. Sefîra Bilind a DYA ya li Neteweyên Yekbûyî Nîkkî Haley îlan kir ku ew ê danûstandinên ku bernameya nukleerî ya Koreya Bakur naqedînin nas nekin.

Haley anî ziman ku divê armanca danûstandina her du Koreyan qedandina bernameya nukleerî be.

Haley di mijara ceribandina nû ya fuzeyê de hişyarî da Koreya Bakur û got, "Di rewşeke berevajî de wê pêwîstî bi girtina tedbîrên hê tund çêbibe."

Lîderê Koreya Bakur Kîm Yong Ûn di peyama xwe ya sala nû de ragihandibû ku ti niyeta welatê wan a rawestandina hilberîna serikên nukleerî nîne.