Dahata petrola Iraqê di meha Adarê de bû nîvî

Ji ber pandemiya Covîd-19 bi ketina rêjeya petolê, Iraqê di meha Adarê de nîvê rêjeya dahata petolê winda kir.

Wezîrê petrolê diyar kir ku di meha Adarê de, 105 milyon varêl petrol bi bihayê 2,99 milyar dolar hate derxistin.

Di nava welatan (OPEP) de Iraq a ku di rêza duyem de petrolê der dixe, di hema Sibatê de 98 milyon varêl petrol derxistiye, lê belê dahata vê weke 5,5 milyar dolar dabûn diyarkirin.

Di nava welatên cihanê de ji aliyê petrolê ve ji yek zengîntirîn welat Iraqê ye. Rojane 3,5 milyon varêl petrol tê derxistin. Lê belê dezavantajên cuda jî yên Iraqê hene. Ji şerên ji 1998’an ve destpê kirî, danekirinên Emerîka, bûyerên kargehan, bihayê varêla petrolê li bazarê firotina bi bihayê 4 dolar kêmtir.

Bi ketina bihayê petrolê li bazarên cihanê re Iraq zêdetir jê bandor bû. Bihayê Petrolê roja Duşemê nava 18 salên dawî di rêjeya herî kêm de bû.

Ji aliyê welatên petrolê derdixin ve di van demên zor de bi Erebîstana Siûdî esas rikber Bexdayê, bi taybet li bendê ye ku Hindistan û Çin li ser bazarê hevgirtinekê çêbikin. Rayedarên Siûdî diyar kir ku amedeye li ser çarçoveya bihayê petrola bi Rusyayê re diyar kirî bixe bazarê.