Wekîlê Herêma Seîne-Saînt Denîsê Lager peymana 10'ê Cotmehê ya di navbeyna dewleta Tirk û DYE'yê de ya li ser dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê di televizyona Cnews de şîrove kir.
Lagerde got, ''Ez îdîa dikim Tirk mîna li Qibrisê wê 50 salî dî jî bimînin.''
PEYAMA ROJAVA: ÎXANETA LI HEVALBENDÊN ME MÎSOGER E
Lagerde got dagirkeriya Tirk ''peyama Rojava ye ku daye cîhanê'' û diyar kir bê ka ev peyam çiye: ''Di şerekî de hevalbendiya bi me re, hema hema dibe mîsogeriya bêbextîkirinê û piştî şer jî mirov pişta xwe bide wan. Dostên me û hevalbendên me (Kurd) DAÎŞ têk birin. Ên ku DYE'yê îxanet li wan kirî û Ewropiyan ew neparastin ew in.''
JI BO GUŞARAN ÊDÎ PIR DERENG E
Lagerde her wiha got êdî pir dereng e ku guşar li ser Tirkiyê werin kirin û got, ''Rojên pêşî gelek derfet hebûn ku Ewropa li ser Tirkiyê, li ser Erdogan zexteke zêe bike.''
Lagerde her wiha got, ''Hêzek ku dikare vê bike ne Ewropaya federal e'' û domand, ''Em li Ewropayê mîna ku li cîhaneke bêkêmasî bin jiyana xwe didomînin'' û li dijî temaşevanbûnê helwest nîşan da.
Lagerde her wiha got ji vegera pêkan DAÎŞ'iyên ku ji dest QSD'ê reviyan a ber bi Ewropayê ve wê Serokê DYE'yê Donald Trûmp berpirs be.