Dadgeha Bilind polîtîkaya penaberiyê ya Spanyayê mehkûm kir

Dadgeha Bilnd a Spanyayê, bi hinceta ku bi têrkerî penaber venehewandiye, dewleta Spanyayê mehkûm kir.

Spanyaya ku meha bihurî 630 penaberên li keştiya bi navê Aqûarîûsê qebûl kir, yek ji wan welatên Yekîtiya Ewropayê ye ku heta niha herî kêm penaber vehewandiye.

Îlona 2015'an ku pêleke mezin a koçberiyê ber bi Ewropayê ve rû da, di çarçoveya peymana qebûlkirina 160 hezar penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê de, diviyabû Spanyayê 17 hezar penaber vehewandibûya. Lê belê li gorî rapora Ofîsa Penaberan (OAR) ku destpêka salê hate weşandin, Spanyayê tenê 13 ji sedî yê vê hejmara penaberan qebûl kiriye.

Dadgeha Bilind a Spanyayê doh biryarek weşand û dewleta Spanyayê ji ber vê polîtîkaya li ser penaberan mehkûm kir. Di biryarê de ku 9'ê Tîrmehê hate dayin, işaret bi rapora OAR'ê hate kirin û hate destnîşankirin ku dewlet bi erk û berpirsyariya xwe ranebûye.

Di biryarê de hate ragihandin ku hikumeta Spanyayê ji bo venehewandina penaberan 'rewşa giran a rêveberiyê û zehmetiyên burokratîk' weke hincet nîşan da. Di biryarê de hate destnîşankirin ku pirsgirêkên bi vî rengî li pêşiya qebûlkirina penaberan ne asteng in û hate gotin, divê Spanya serlêdanên penaberiyê qebûl bike.