DAÎŞ’ê li Efganistanê êrîşî perestgehekê kir: 25 kes mirin
Çeteyên DAÎŞ’ê li perestgiheke Hindû ya li Kabîl paytexta Efganistanê qetlîamek kir, bi kêmanî 25 kes hatine kuştin.
Çeteyên DAÎŞ’ê li perestgiheke Hindû ya li Kabîl paytexta Efganistanê qetlîamek kir, bi kêmanî 25 kes hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Karê Hundir a Efganistanê ve hate kirin, çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî perestgeha Hindu-Sîh kirin. Wezaretê ragihand ku 80 kes rizgar kirine û êrîşkarek jî kuştine.
Nûnerekî yê perestgeha Hindu-Sih ê li Parlementoyê diyar kir ku di dema êrîşê de 150 kes li perestgehê hebûn. Wezaretê destnîşan kir ku di êrîşê de bi kêmanî 25 kes mirine.