Cudahiya navbera rapora avhewayê ya nû û peymana avhewayê

Koma pisporan a bi navê Panela Guhertina Avhewayê ya Navhikumetî (IPCC) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) raporek amade kir. Di raporê de ji bo pêşî li felaketên avhewayî were girtin hin pêşniyarên lezgîn hatin kirin.

Rapora avhewayê ya nû ku ji aliyê IPCC'ê ve hate amadekirin, roja Şemiyê ji aliyê hikumetên welatên Neteweyên Yekbûyî ve hate pejirandin û doh hate weşandin. Di raporê de hate ragihandin, armancên ku Civîna Bilind a Avhewayê ya Parîsê (COP21) destnîşan kir gelekî dûrî cidiyeta rewşa heyî ne.

NE 2 PILE, 1,5 PILE WÊ CÎHANÊ BIGUHERÎNE!

Pisporên IPCC'ê, 6 hezar lêkolînên zanistî nirxandin û di encamê de rapora ji 400 rûpelî amade kirin. Di raporê de tê gotin, armancên Peymana Avhewayê ku sala 2015'an di Civîna Bilind a COP21'ê de hate qebûlkirin û sala 2016'an hate îmzekirin, kêm in.

Di COP21'ê de li hev hatibû kirin ku germa global heta sala 2100'î li gorî rêjeya sedsala 19'an di asta 1,5 heta 2 pileyî de bê hiştin. Wê demê hatibû îdîakirin, eger germahiya global bi 2 pileyî zêde bibe wê cîhan bê guhertin.

Lê belê di rapora dawî ya IPCC'ê de hate destnîşankirin ku ev hedefa hatiye diyarkirin nîşan dide ku metirsiya li ser cîhanê hîn bi têrkerî nehatiye fêhmkirin. Di rapora IPCC'ê de hişyarî hate dayin, eger germa global ji 1,5 pileyî bibihure wê cîhan biguhere.

Germahiya global li gorî sedsala 19'an 1, heta 1,1 pileyî ye. Yanî eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê heta sala 2030 ya jî 2052'an germa global bigihêje 1,5 pileyî.

DI NAVA 12 SALAN DE BELAVKIRINA GAZA SERAYÊ DIVÊ NÎVÎ NÎVÎ KÊM BIBE

Di rapora dawî de hate xwestin ku ji bo bicihanîna armancên li ser germa global, divê belavkirina gaza serayê ya li atmosferê tavilê were kêmkirin. Ji bo vê jî, planeke ji du qonaxan a ji bo salên 2030 û 2050'î tê pêşniyarkirin.

Li gorî vê yekê, belavkirina gaza serayê heta sala 2030'î divê li gorî rêjeya sala 2010'an herî kêm di asta 45 ji sedî de bê kêmkirin. Sala 2050'î jî divê 'di karbonê de notrbûn' pêk were.

PARA ENERJIYA DIKARE JINÛVE WERE BIKARANÎN DIVÊ SÊ JI ÇARAN BE

Di dewama raporê de tê xwestin, ji bo bicihanîna armancên li ser germahiya global, divê enerjiyên fosîl ên weke petrol, komir û gazê bên terikandin. Her wiha tê destnîşankirin ku herî kêm 70 ji sedî yê elektrîkê jî bi enerjiyên dikarin jinûve bên bikaranîn ên weke av, hewa û rojê bê afirandin. Ev rêje niha 20 ji sedî ye.

Rapora IPCC'ê pêşniyar dike ku belavkirina gaza serayê ya ji ber hilberîna pîşesaziyê, heta sala 2050'î bi rêjeya 75 heta 90 ji sedî were kêmkirin. Ev rêje di Peymana Avhewayê ya Netewyeên Yekbûyî de 50 heta 80 ji sedî hatibû diyarkirin.

Rapor diyar dike ku sala 2020'an hemû xizmetên ragihandinê wê bi rêjeya 5 ji sedî bi enerjiya ku karbondîoksîtê kêm belav dike, werin kirin. Di raporê de tê destnîşankirin ku ev rêje heta sala 2050'î divê herî kêm 35 heta 65 ji sedî be.

SALANE 2,4 TRILYON DOLAR DIVÊ

Di rapora IPCC'ê de hate ragihandin, ji bo pêşî li felaketên avhewayê bê girtin, pêwîste welatên cîhanê dest ji helweta xwe ya 'çavtengî' berdin. Di raporê de tê gotin, ji bo germahiya global herî zêde di asta 1,5 pileyî de were hiştin, divê welatên cîhanê 2,4 trilyon dolar (2400 milyar dolar) veqetînin. Ev rêje jî 2,5 ji sedî yê temamiya hatiya milî ya welatên cîhanê ye. Hate destnîşankirin ku eger ev yek di navbera salên 2016 û 2032'an de bê xerckirin, wê guhertina enerjiyê ya cîhanê jî pêk were. Pisporên IPCC'ê hişyarî dan ku eger ev neyê kirin, maliyeta felaketên avhewayê li cîhanê wê ji vê rêjeyê gelekî zêdetir be.

BILINDBÛNA AVA LI OKYANÛSAN BI 10 CM'Î WÊ BIBE SEDEM KU 10 MILYON MIROV JI CIH Û WARÊ XWE BIBIN

Metirsiyeke din ku rapor balê dikişîne ser wê, bilindbûna ava li okyanûsan a ji ber germa global e. Eger germahiya global bibe 2 pile, wê asta ava li okyanûsan heta sala 2100'î ji 36 heta 87 santîmetreyî bilind bibe.

Lê belê eger germahiya global di rêjeya 1,5 pileyî de bê hiştin, bilindbûna ava li okyanûsan wê herî kêm bi 10 santîmetreyî kêm bibe. Tê texmînkirin, eger ava li okyanûsan bi 10 santîmetreyî bilind bibe, herî kêm 10 milyon mirov wê ji cih û warê xwe bibin.