Covîd-19: Polîtîkayên lîberal sîstema tenduristiyê ya Fransayê têk bir

Fransa yek ji çar welatên Ewropayê ye ku berdêla herî giran ji ber vîrûsa koronayê daye. Li Fransayê, encamên giran ên polîtîkayên tenduristiyê yên lîberal tê dîtin, ku hikumet bi salan e vê polîtîkayê dimeşîne.

Fransa yek ji welatên sereke ye ku şewba Covîd-19 herî zêde bandor lê kiriye. Bi 168 hezar nexweşên bi vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê di rêza pêncemîn de ye û ji aliyê hejmara qurbaniyan ve jî piştî DYE, Îtalya, Brîtanya Mezin û Spanyayê tê.

Fransa her wiha yek ji wan welatan e ku bi rengekî bêamade kete nava lepên şewbê. Şewb destpêkê li herêma Grand-Est belav bû ku li ser sînorê Elmanya, Swîsre, Belçîka û Luksembûrgê ye. Li vê herêmê nexweşxane tijî bûn.

Tevî Grand-Estê li herêma Ile-de-France ku Parîs jî di nav de ye, nexweşxane têra nexweşan nekir. Hefteyên dawî Ile-de-France herêma Grand-Est li pey xwe hişt û ji aliyê hejmara nexweş û qurbaniyan ve gihîşt asta destpêkê.

POLÎTÎKAYÊN LÎBERAL KIR KU SÎSTEMA TENDURISTIYÊ TÊK BIÇE

Di demekê de ku vîrûs li Ewropayê bi taybetî li Îtalyayê belav dibû, demeke dirêj li pêşiya Fransayê hebû ku karibe valahiya di sîstema xwe ya tenduristiyê de dagire. Lê belê piştî demekê hate fêhmmkirin ku Serokkomar Emmanûel Macron û hikumeta Edoûard Phîlîppe bi têrkerî tênegihiştin ku asta şewbê wê çawa be.

Li Fransayê ku dihate gotin 'Xwedî sîstema herî baş a tenduristiyê ya cîhanê ye', polîtîkayên teserûfê yên navbera salên 2012 û 2017'an ku hikumeta Partiya Sosyalîst jî di nav de, bandora herî giran li sîstema tenduristiyê kir. Heta meha Çileyê jî ku şewbê dest pê kiribû, li gelek servîsên lezgîn ên nexweşxaneyan kedkarên tenduristiyê ji bo mûçeyekî têrker û wergirtina teknîk û personelan ketibûn grevê. Lê belê hikumetê bi prîmeke biçûk hewl da nerazîbûnan kêm bike.

DOKTOR BÊMASKE MAN

Ji ber polîtîkayên lîberal bi şewbê re li Fransayê pirsgirêkeke mezin a malzemeyên teknîkî rû da. Dema ku nexweşên destpêkê yên bi vîrûsê hatin tespîtkirin li stokên welêt tenê 110 milyon maske hebûn. Lê belê ji ber vîrûsa Covîd-19 zêdeyî milyonek xebatkarên tenduristiyê neçar in ku yek ji wan rojane 5 maskeyan bi kar bînin. Di vê de jî neçar man ku teserûfê bikin.

Li gorî daneyên ji aliyê hikumetê ve hatin eşkerekirin, di sala 2012'an de li stokên dewletê derdora milyarek maske hebûn û ev hejmar ji hingî ve her sal hate kêmkirin.

JI BO NIFÛSA JI 67 MILYON KESÎ TENÊ 5 HEZAR SERVÎSÊN LEZGÎN

Ji ber polîtîkayên teserûfê yên hikumetên Fransayê, qadeke din a ku bêamade kete nava lepên şewbê, servîsên lezgîn bû. Li tevahiya Fransayê ku nifûsa xwe 67 milyon kes e heta meha Çileyê 4 hezar û 597 servîsên lezgîn hebûn ku 85 ji sedî yê wan jî timî tijî bûn.

Tevî ku şewb bi lez belav bû Wezareta Tenduristiyê yekser ev hejmar zêde nekir û di meha Adarê de kete nava liv û tevgerê û ev hejmar ki 10 hezar. Tê xwestin ku heta dawiya vê mehê vê hejmarê bikin 15 hezar servîsên lezgîn.