Covîd-19: Li gorî NY ji 1945'an û vir ve krîza herî giran a global e

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir, pandemiya Covîd-19 ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê û vir ve krîza herî giran e.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bersiv da pirsên rojnamevanan û diyar kir, Neteweyên Yekbûyî ji avabûna xwe ya beriya 75 salan û vir ve bi krîza herî giran a global re rû bi rû ye. Ji bo tespîta vê yekê jî destnîşan kir, "Nexweşiyeke ku gefê li her kesî dixwe û bandoreke giran li aboriyê dike ku di dema nêz de resesiyoneke bi vî rengî nehatiye dîtin."

Gûterres got, "Rîska bêaramiyê, zêdebûna tundî û şer a ji ber van her du faktoran, ev krîz kir meseleya herî mezin a ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve."

DEST JI LÎSTIkÊN SIYASÎ BERDIN

Gûterres anî ziman, ev yek di heman demê de krîzeke welê ye ku pêwîstî bi bersiveke xurt û bi bandor heye, ev yek jî bi wî rengî dibe ku her kes dest ji lîstikên siyasî berde û piştgiriya hev bikin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku civaka navneteweyî hîn jî dûrî piştevaniyê ye û got, welatê pêşketî heta niha ji bo piştevaniya aboriya xwe seferber bûne.

Gûterres anî ziman ku ji bo tinekirina nexweşiyê, mekanîzmayeke alîkariya global a ji bo welatên bi pêş dikevin hîn nehatiye afirandin û got, "Em bi rengekî hêdî di rêyeke baş de dimeşin, lê belê eger em dixwazin nexweşiyê têk bibin û piştgiriyê bidin mirovên pêwîstiya xwe bi alîkariyê hene, divê em bilezînin û hîn bêhtir alîkariyê bikin."

Neteweyên Yekbûyî hefteya derbasbûyî ji bo welatên xizan û şer lê hene banga alîkariyê kir û piştre ji bo welatên bi pêş dikevin foneke nû xiste dewrê.