Covîd 19: Hejmara miriyan gihişte 250 hezar kesî

Ji ber pandemiya Covîd-19 li tevahî cîhanê hejmara miriyan gihişte 250 hezar kesî.

Her roja diçe li tevahî cîhanê bîlançoya pandemiya Covîd-19 giran dibe. Li cîhanê tev 3 milyon û 588 hezar kes bi şewbê ketine, 248 hezar kes jî mirine.

Welatê herî zêde kes bi şewbê ketine û mirine DYE ye. Li DYE’yê 1 milyon û 200 hezar kes bi şewbê ketine û 70 hezar kes jî mirine. Dîsa piştre Belçîka, Spanya, Îtalya, Qiraltiya Yekbûyî û Fransa tê.

TIRKIYE

Li gorî daneyên duh ên rayedarên Tirkiyeyê 126 hezar û 45 kes bi şewbê ketine, 3 hezar û 397 kes jî mirine.

REWŞA GIRTIYAN

Li Tirkiyeyê metirsiya belavbûna şewba Covîd-19 a li girtîgehan her diçe zêdetir dibe. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hîqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hîqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ku Bultena Kovîd-19 a Şopandina Girtîgehan amade dikin, hejmara 3’emîn a bultenê weşandin.

Di bultenê de hate diyarkirin ku amûrên paqijiyênayên dayîn, dîsa di demê paşîvê de xwarin û vexwarin nayên dayîn. Dîsa amûrên paqijiyê, maske, lepik, ava paqij a vexwarinên dikarin ji kantînê bigirin, dîsa çûna revîrê û nexwexaneyê jî hatiye sînordarkirin.

DANEYÊN COVÎD-19 A LI HINEK WELATAN

DYE: 1 milyon û 189 kes pê ketine, 68 hezar û 600 kes mirin.

ÎTALYA: 210 hezar û 700 kes pê ketine, 28 hezar û 884 kes mirin.

SPANYA: 247 hezar kes zêdetir bi şewbê ketine, 25 hezar û 264 kes mirine.

FRANSA: 168 hezar û 693 kes bi şewbê ketine, 24 hezar û 895 kes mirin.

ÎNGÎLTERE: 186 hezar û 599 kes bi şewbê ketine, 28 hezar û 446 kes mirine.

ELMAYA: 165 hezar û 664 kes bi şewbê ketine, 6 hezar û 866 kes mirine.

BELÇÎKA: 50 hezar û 267 kes bi şewbê ketine, 7 hezar û 924 kes mirine.

HOLLANDA: 40 hezar û 770 kes bi şewbê ketine, 199 kes mirin.

SWÎSRE: 29 hezar û 981 kes bi şewbê ketine, 1 hezar û 762 kes mirine,

ÎRAN: 98 hezar û 647 kes bi şewbê ketine, 6 hezar û 277 kes mirine.

RÛSYA: 145 hezar û 268 kes bi şewbê ketine, 1 hezar û 356 kes mirine.