Covîd-19: Efganistan wê 10 hezar girtiyan berde

Hikumeta Efganistanê ji ber şewba koronavîrûsê wê di nava 10 rojan de nêzî 10 hezar girtiyan berde.

Bi daxuyaniya nivîskî serdozger Farîd Hamîdî diyar kir ku ji ber tedbîrên li hember belavbûna vîrûsê wê di nava 10 rojên bê de, derdora 10 hezar girtiyan berdin.

Wê ji vê biryarê, “Jin, zarok, nexweşên giran û girtiyên li ser 55 salî re” sûd bigrin.

Li gorî biryarnameya roja Pêncşemê ya ji aliyê Serokkomar ve hatî dayîn ev hatibû gotin: “Kesên ku li hember parastina netew û navnetewî sûc kirin” ji van tedbîran sûd wernagrin.