Covîd-19’ê bandoreke neyînî li aboriya Emerîkayê kir
Pandemiya Covîd-19’ê ekonomiya Emerîkayê serobin kir. Di meha Nîsanê de rêjeya bêkariyê zêdetir bû.
Pandemiya Covîd-19’ê ekonomiya Emerîkayê serobin kir. Di meha Nîsanê de rêjeya bêkariyê zêdetir bû.
Li gorî daneyan wê bêkariya li DYE’yê wê nêzî ji sedî 20’an bibe. Di çar hefteyên Nîsanê de 20 milyon kes bêkar man û hê gelekan jî nekarîne dosyeya xwe ya bêkariyê pêşkêş bikin.
Di meha Sibatê de rêjeya bêkariyê ji sedî 3,5 bû û di 50 salên dawîn de ev rêjeya herî kêm bû.
Di çar mehên pêşîn ên salê de ekonomiya Emerîkayê ji sedî 4,8 kêm bû. Tê diyarkirin ku wê ev rêje zêdetir bibe.