Cotkarên Fransayî ji siberojê bêhêvî ne

Pirsgirêkên aboriyê yên cotkarên Fransayê, di salên dawî de gihîştine asteke giran. Zêdeyî nîvê cotkaran mehane 350 Euro qezenç dikin. Neh ji dehên cotkaran jî ji siberojê bêhêvî ne.

Li gorî anketa şîrketa Îpsosê, ku li ser forûma xebatkarên çandiniyê ya bi navê AgrîAvîs amade kir, pirsgirêkên giran ên aboriyê yên cotkarên li Fransayê hene. Li gorî vê yekê, zêdeyî ji sedî 50 ê xebatkarên sektora çandiniyê, mehane 354 Euro qezenç dikin.

Ev yek jî tê wê wateyê ku qezenca wan kêmî yek ji sê parên mûçeyê kêmtirîn e, ku 1140 Euro ye.

Ji sedî 90 ê cotkarên beşdarî anketê bûn dan xuyakirin, ku ew ji başbûna asta aboriyê ya sala 2017'an 'bêhêvî ne'. Tenê ji sedî 9 ê wan gotin, ew bi hêvî ne ku rewşa wan a aboriyê di vê salê de baş bibe.

Ji sedî 45 ê cotkaran dixwazin di nava vê salê de mesrefê li amûrên çandiniyê bike û bi vî rengî hatineya xwe zêde bikin. Ji sedî 28 ê cotkaran jî dan xuyakirin, ku ew di nava 5 salên pêş de qet nafikire, tiştekî bi vî rengî bikin.

Pirsgirêkên ku bi wesîleya Fûara Çandiniyê careke din ketin rojevê, di salên dawî de giran bû bûn. Di raporeke par de hatibû ragihandin, eger hikûmet tedbîran negire wê gelek kargehên biçûk-mezin bên girtin û ji ber vê yekê jî gelek karker bêkar bimînin.

Li Fransayê, bi qasî nîvê 55 mîlyon hektar (550 hezar kîlometreçargoşe) erd, ji bo çandiniyê tê bikaranîn. Ji sala 2014'an û pê ve bi hilberînên çandiniyê yê 73 mîlyar Euroyî re, ji sedî 18 ê çandiniya gelemperiya Yekîtiya Ewropayê li vî welatî tê kirin. Li Fransayê, bi qasî 500 hezar kargehên biçûk-mezin ên çandiniyê hene.