Corbyn bi ser bikeve wê di Brexîtê de bêalî bimîne

Lîderê muxalefeta sereke ya Brîtanyayê Jeremy Corbyn ragihand di referandûmeke nû ya ya Brexîtê de ew ê ''bêalî'' bimîne.

Lîderê Partiya Karker (Labour) Jeremy Corbyn got heke ew di hilbijartinê de, ku vê meha bê wê were kirin, bi ser bikeve, li gel ku di ser dema wê re 8 meh derbas bûne û hê jî pêk nehatiye, ew dixwaze biryara Brexîtê (derketina ji YE'yê) dîsa bîne ber gel.

Corbyn got heke Brexît dîsa bidin ber referandûmê ew ê bêalî bimîne û armanca wî ew e ku bawerî bi encamê were. Corbyn got bêalîbûna li ser referandûma duyan bi wê armancê ye ku dawî li nîqaşên li ser mijara Brexîtê bînin.

Coryn dibêje heke ew di hilbijartina kanûnê de bi ser bikevin wê bi YE'yê re dîsa muzakereya Brexîtê bikin û herî dereng di nav 6 mehan de bînin referandûmê. Corbyne di referandûma navborî de plansaziya wê dike ku vebijêrka ''betalkirina Brexîtê'' jî deyne ber gel.