Colvîlle: Dibe ku Tirkiye ji înfazan berpirsyar bê dîtin

Berdevkê Komîserê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle bal kişand ser komkujî û înfazên di dema êrîşên dagirkeriyê de tên kirin û got, "Dibe ku ev sûcê şer bin."

Berdevkê Komîserê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle der barê kuştina sivîlan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nû weşand.

'SIVÎL YEKSER TÊN KUŞTIN'

Colvîlle diyar kir, ji roja destpêkirina operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk û vir ve ji ber êrîşên hewayî, bejahî û sekvaniyê tespît kirine ku gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û got, "Bûyera herî nebaş a ku heta niha me tespîtkirine ew e ku di êrîşeke hewayî ya Tirk de ku li dijî konvoyeke wesayitan ket 2 rojnamevan û herî kêm 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Êrîş di 13'ê Cotmehê Yekşemê li ser rêya Til Temir-Ras el-Ain hate kirin."

Colvîlle got, "Her wiha der barê înfazên ku şervanên komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê di 12'ê Cotmehê de kirin me du wêne û raporek wergirtin. Komên çekdar ên ku li ser rêya M4 a Hesekê-Menbicê 3 Kurd êsîr wergirtin, kesên êsîr wergirtin înfaz kirin û dîmenê wan kişandin. Tenê li ser yek ji êsîran kincê leşkerî hebû. Me rapor wergirt ku heman rojê siyasetmedara Kurd a tê naskirin Hevrîn Xelef li ser heman rêyê, ku xuya ye ji aliyê heman komên çekdar ve hate înfazkirin."

'SÛCÊ ŞER E, DEWLETA TIRK BERPIRSYAR E'

Colvîlle destnîşan kir ku hem sivîl hem jî şervanên tên girtin divê bên parastin û got, "Li gorî mafên mirovan a navneteweyî û hiqûqa însanî ya navneteweyî înfaz binpêkirineke giran e û tê wateya sûcê şer. Heta ku Tirkiye li ser van koman kontrola xwe hebe û van operasyonan bidomîne wê weke dewleteke ku ji van binpêkirinên komên çekdar berpirsyar bê dîtin."