Ciwanên Kurd li Goteborgê tên cem hev
Ciwanên Kurd li Goteborgê tên cem hev
Ciwanên Kurd li Goteborgê tên cem hev
Ciwanên kurd ên li Swêd, Danîmarka, Norwêc û Fînlandiyayê dijîn, îro li bajarê Swêdê Goteborg tên cem hev û wê xebatên hevpar ên ciwanên Kurd li welatên Skandînavyayê nîqaş bikin.
Di rojeva ciwanan de komkujî û êrîşên li dijî gelê Kurd ê li Rojava heye. Ciwan wê rewşa dawî ya li Rojava binirxînin û xebat û çalakiyên xwe yên ji bo piştgiriya bi gelê Rojava re diyar bikin.
Yek ji ciwanên organîzatorê civînê Şerîf Akgul da xuyakirin ku ew çalakiyên terorane yên li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û piştgiriyeke tam didin YPG'ê. Akgul ragihand ku ew dixwazin êrîşên li dijî gelê Kurd tavilê bên rawestandin û ji bo xurtkirina têkoşîna gelê Kurd bal kişand ser girîngiya têkilî û piştigiriya navbera ciwanên Kurd ên li Ewropayê.
Akgul ragihand ku xurtkirina têkiliya navbera ciwanên Kurd ên li Skandînavya û welatên Ewropayê, wê bi kêrî Yekitiya Neteweyî ya Gelê Kurd û azadiya gelê Kurd were û bang li ciwanên Kurd kir ku beşdarî civîna li bajarê Swêd Goteborgê bibin.