Civînên li Cenevreyê yên li ser Yemenê bi ser neketin

Civînên şêwrê yên li ser Yemenê, ku bi hewldana Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê pêk hatin, bi ser neketin. Hûsî nekarîbûn tevlî civînê bên kirin.

Civînên li ser Yemenê bi hewldana Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Yemenê Martîn Grîffîths roja 6'ê Îlonê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê kirin. Hate ragihandin ku Hûsî (Tevgera Ensarûllah a Şîa) nekarî tevî civînên li Cenevreyê bibin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martîn Grîffîths li Ofîsa Cenevreyê ya NY'ê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, ji bo karibin Hûsiyan bînin Cenevreyê wan serî li her rê û rêbazê dane. Grîffîths got, "Hûsiyan xwestin bên vê derê. Ji bo em wan bînin vê derê me nekarîn derfetan biafirînin."

Grîffîths diyar kir ku wan sê civînên çêker ên şêwrê bi hikumeta Yemenê re kirine û got, ew li ser tedbîrên pê baweriyê yên aliyan, berdana girtiyan, vekirina Balafirgeha Sanayê, hewldaên aborî û însanî rawestiyane.

Wezîrê Karên Derve yê Yemenê Halîd el-Yemanî jî piştî Grîffîths civîneke çapemeniyê li dar xist û Hûsî sûcdar kir ku civînên Cenevreyê sabote kirine.