Civîna Tevgera Azadî û Saîrûn destpê kir

Heyeta Tevgera Azadî gihişte Bexda û li gel hevpemana Saîrûn a lîderê wê Muqtada Sadir re civiya.

Heyeta Tevgera Azadî ku ji Serokê Desteya Peywendiyan ê Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî, Endama Desteya Peywendiyan Nerîman Ehmed, Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Ronak Mecîd û Parlamentera Tevgera Azadî ya Iraqê Yûsra Receb pêk tên‌ gihiştin paytexta Iraq Bexdayê.

Heyet ji aliyê Serokê Desteya Siyasî ya Hevpeymanî Sadr Dr. Nsar Rûbeî û Endamê Desteya Siyasî Emîr Kenanî ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê heyet derbasî civînê bûn. Li bendê ye ku bûyerên rojevên demê dawî yên siyasî bibin mijara nîqaşa her du aliyan.