Civîna destpêkê ya Parlamenta Katalan a piştî hilbijartinê

Parlamenta Katalonyayê, wê civîna xwe ya destpêkê ya piştî hilbijartina 21'ê Kanûnê roja 17'ê Çileyê pêk bîne. Nayê zanîn ku ji ber rewşa wekîlên partiyên alîgirê serxwebûnê yên li derveyî welat in, hikumet karibe bê avakirin, ya na.

Rêveberiya Xweser a Katalonyayê, 1'ê Cotmeha 2017'an referandûma serxwebûnê pêk anî û tevî êrîş û astengiya hêzên ewlekariya Spanyayê jî dengê 'erê' di referandûma serxwebûnê de bi ser ket.

Parlamenta Katalonyayê jî di çarçoveya vê encamê de 27'ê Cotmeha 2017'an bi rengekî yek alî serxwebûn ragihand. Lê belêh eman rojê hikumeta navendî ya Spanyayê bi erêkirina Senatoya Spanyayê xala 155. a Destûra Bingehîn xiste meriyetê û dest danî ser rêveberiyê. Rêveberî û parlamenta herêmî betal kir û biryar da ku 21'e Kanûna 2017'an hilbijartina herêmî ya pêşwext bê kirin.

Wekî din, bi sûcdariya "li ber dewletê rabûye, malê cemaweriyê bi rengekî nebaş bi kar aniye" hin endamên hikumeta Katalonyayê girt. Serokê berê yê Rêveberiya Xweser Pûîgdemont û çar wezîrên berê jî neçar man biçin Belçîkayê.

Di hilbijartina pêşwext a 21'ê Kanûnê de tevî van zext û zordariyan jî partiyên alîgirê serxwebûnê careke din bi ser ketin û gihîştin wê rêjeyê ku karibin hikumetê ava bikin.

PÛÎGDEMONT NIKARE JI BELÇÎKAYÊ BI RÊ VE BIBE!

Hat ragihandin, Serokê berê yê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Pûîgdemont ku biryara girtinê derbarê wî de heye, heta ku ji Belçîkayê venegere Spanyayê, ne pêkan e ku li wezîfeya xwe ya berê vegere.

Rapora şêwirmendên hiqûqî ya Parlamenta Katalonyayê, rêya sondxwarina bi dîmen a Pûîgdemont girt. Li gorî vê raporê, serokê berê nikare wekaletê jî bide.

Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy jî da xuyakirin ku eger Pûîgdemont hewl bide herêmê ji Belçîkayê bi rê ve bibe, wê kontrola hikumeta navendî ya li ser rêveberiya xweser bidome.