Çîn baca gemarîkirina hewayê li ser pîşesaziyê ferz dike
Komara Gel a Çînê, ku bi tedbîrên qels ên li dijî germahiya global tê rexnekirin, li hemberî belavkirina elementên xetere yên hewayê gemarî dikin, baceke giran ferz dike.
Komara Gel a Çînê, ku bi tedbîrên qels ên li dijî germahiya global tê rexnekirin, li hemberî belavkirina elementên xetere yên hewayê gemarî dikin, baceke giran ferz dike.
Li dijî qirêjiya ji ber endustriyê, ku bi taybetî li bakurê welêt hewayê gelekî gemarî dike, parlamentê gavek avêt.
Bi rêya qanûna ku li Kongreya Gel a Neteweyî ya Çînê hate qebûlkirin, li ser belavkirina kukurt û dîosîta azotê, bac tê ferzkirin. Şîrket, wê ji bo her 0,95 kg dîoksîta azotê yan jî kukurt a li hewayê belav dikin, neçar bimînin 12 yûan (1,7 dolar) bacê bidin.
Ev qanûn bi taybetî ji bo kanên komirê û santralên termîkê derbasdar e. Lê belê karbondîoksît a ku yek ji sedemên girîng ên qirêjiya li atmosferê ye û bermayiyên nukleerî li nava vê qanûnê nehatin bicihkirin.
Li madenan jî wê ji bo her tonek bermayiyan 15 yûan, ji bo her tonek 'bermayiyên xetere' jî 1000 yûan bac bê dayîn. Li santralên termîk jî ji bo her tonek kutle, şîrket neçar bimînin 25 yûan bacê bidin.
Bi saya baca nû, ku ji bo têkoşîna li dijî gemarîkirina hewayê hatiye derxistin, Çîn wê salane 30 mîlyar yûan (4,2 mîlyar dolar) bi dest bixe.
Greenpeace li ser vê biryara Kongreya Gel a Neteweyî ya Çînê daxuyaniyek da û diyar kir, baca li ser gemarîkirian hewayê hatiye destnîşankirin, kêm e.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, tevî kêmasiyan jî biryareke bi vî rengî ya hikûmeta Çînê weke 'gaveke girîng' hat dîtin.