Cîhanê nerazîbûneke tund nîşanî biryar Trûmp a li ser avhewayê da

Biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp a vekişîna ji Peymana Avhewayê, li cîhanê deng veda û rê li ber nerazîbûneke mezin vekir.

Trûmp di dawiya dawî de biryara xwe ya li ser Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ku weke Peymana Parîsê tê naskirin, eşkere kir. Trûmp ragihand, ku welatê wî xwe ji peymana li ser kêmkirina belavkirina gaza sera li atmosferê vedikişe.

Trûmp got, "Ji bo peymaneke ku mercên wekhev pêşkêşî şîrket, xebatkar û lixwegirtiyên bacê yên Amerîkî bê pêşkêşkirin, ew ê dest bi danûstandinan bike." Bi vî awayî, dibe ku peymana di Kanûna 2015'an de piştî danûstandineke demdirêj hate qebûlkirin, ji nû ve bibe mijara danûstandinan.

OBAMA NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Nerazîbûna destpêkê ya li hemberî biryara Trûmp a li ser avhewayê, ji serokê beriya wî Barack Obama hat. Obama nerazîbûneke tund nîşanî Trûmp da û got, "Bi pêşengiya Amerıkayê nebe jî, ez bawerim dewletên me, bajarên me û şîrketên me, ji bo parastina gerstêrma me ji bo nifşên nû, ez bawerim wê hê bêhtir bixebitin."

JI ELMANYA, FRANSA Û ÎTALYAYÊ DAXUYANIYA HEVPAR

Li ser navê hikumetên Elmanya, Fransa û Îtalyayê daxuyaniyeke hevpar hate weşandin û nerazîbûn li biryara DYA ya li ser Peymana Avhewaye hate nîşandan. Daxuyanî li ser navê Angela Merkel, Emmanûel Macron û Paolo Gentîlonî hate weşandin û xemgîniya ji ber vê biryara DYA hate nîşandan.

Di daxuyaniyê de, der barê gotina 'wê peymana avhewayê ji nû ve bê nirxandin' a Trûmp, wiha hate gotin, "Em bi teqezî qanih bûne, ku ev peyman ji nû ve nebe mijara danûstandinan."

Serokkomarê berê yê Fransayê Françoîs Hollande jî, ku malovanî ji civîna bilind a peymanê re kiribû anî ziman, biryara Trûmp 'nikare peymanê beta bike'. Hollande diyar kir, piştî vê biryara DYA divê xebatên ji bo bicihanîna peymanê bi lez û bez werin meşandin.

Serokwezîrê Belçîkayê Charles Mîchel jî diyar kir, biryara DYA divê têkoşîna li dijî germanhiya global nesekinîne.

JÛNCKER: BIRYAREKE ŞAŞ E

Serokê Komîsyona Yekîtiy Ewropayê Jean-Claûde Jûncker destnîşan kir, biryara Donald Trûmp xeletiyeke gelekî mezin e.

Komîserê ji avhewayê berpirsyar Mîgûel Aîras Canete destnîşan kir, ku biryara DYA wê bandorê li biryardariya Ewropayê neke. Canete got, "Cîhan dikare bi têkoşîna Ewropayê ya li dijî germahiya global piştrast be" û got, Peymana Parîse tevî vê yekê jî wê bidome.

Serokê Parlamenta Ewroayê Antonîo Tajanî jî got, "Peymana Parîsê dewam dike, çi bi rêveberiya Amerîka çi jî bêyî wê, em ê vê peymanê bi ser bixînin."

Berdevka Neteweyên Yekbûyî Stephane Dûjarrîc jî anî ziman, ku biryara Trûmp xeyalşikestineke mezin e û got, girîng e DYA di mijarên avhewa û hawirdorê de bi rola pêşengiyê rabe.

Tevî şîrketa herî mezin a wesayıtan a DYA General Motors, her wiha şîrketa Tesla jî li dijî biryarê derket. Wekî din, şîrketa hilberîna elektrîkê ya bi navê General Electrîcs jî ragihand, ku ev biryar ne rast e.