Tevî nerazîbûna gel, Abdulazîz Buteflika, ji bo hilbijartinên 18'ê Nîsanê careke din bû namzet. Buteflika ku ji ber xwîn rijiyabû ser mejiyê wî demeke dirêj derneket pêşberî raya giştî, hîn jî li Swîsreyê li nexweşxaneyekê ye.
HIN TAWÎZ DA, LÊ XWE VENEKIŞAND
Buteflika ku namzetiya xwe betal nekir, li ser zêdebûna nerazîbûna soz da ku wê cara şeşan nebe namzetê serokkomariyê. Mirovên daketin qadan jî bersiv dan wî û jê re gotin, "Bicehime". Di belavokê de ya bi navê Serokkomar hate xwendin, soza reformê jî hate dayin.
82 SALÎ YE, NEXWEŞEKÎ GIRAN E, LÊ DÎSA JÎ DEST JI DESTHILATDARIYÊ BERNADE
Buteflika yê 82 salî ku rewşa wî ya tenduristiyê rê nade ku welêt bi rê ve bibe, dest ji desthilatdariyê bernade. Ji ber vê yekê jî Cezayîrî bi hêrs in.
Nayê zanîn ku hêrsa gel a rojên dawî li kolanan deng vedide encameke çawa bi xwe re bîne. Lê belê işaretê bi serdemeke nû dike.
1'ê Adarê bi sedan hezar kes daketin qadan. Tevî ku ji sala 2001'ê û vir ve li paytextê meş hatiye qedexekirin, gel daket qadan.