Cezayê 'serdana kampên komkirinê' li wekîlê berê Loûîs hate birîn

Li Belçîkayê, wekîlekî berê Qirkirina Yahûdiyan red kir. Dadgeheke vî welatî jî cezayekî balkêş lê birî û ew mehkûm kir ku biçe serdana kampên komkirinê.

Parlamenterekî berê yê bi navê Laûrent Loûîs, ku di navbera salên 2010-2014'an de li Parlamenta Belçîkayê wezîfe kir, ji ber înkarkirina Qirkirina Yahûdiyan û nêrînên xwe yên antî-semîtîst, kete rojevê.

Loûîs hem Qirkirina Yahûdiyan red kir hem jî mijara kampên komkirinê yên Naziyan weke 'lîstikeke xapandinê' bi nav kir. Beriya niha 6 meh cezayê girtîgehê û bi 18 hezar Euro jî cezayê pereyan li Loûîs hatibû birîn.

Li Dadgeha Temyîzê ya Brukselê, cezayekî nehatiye dîtin li Loûîs hate birîn. Dadgehê ceza li Loûîs birî, ku herî kêm serdana 5 kampên komkirinê bike.

Dadgehê her wiha hikum da, ku Laûrent Loûîs çavdêrî û hestên xwe yên li serdana kampên Aûschwîtz û Dachaû'yê bike raporek û li ser malpera xwe ya Facebookê biweşîne.

Bi vî cezayî re, cezayê 6 meh ê girtîgehê û 18 hezar Euro cezayê pereyan ê berê li Laûrent Loûîs hatibû birîn, radibe.