Cesedê Kyrîakos Amîrîdîs hat dîtin
Sefîrê Bilind ê Yewnanîstanê yê li Brezîlyayê Kryîakos Amîrîdîs, di wesayîta xwe bi rengekî şewitî hat dîtin.
Sefîrê Bilind ê Yewnanîstanê yê li Brezîlyayê Kryîakos Amîrîdîs, di wesayîta xwe bi rengekî şewitî hat dîtin.
Hevjîna wî ya Brezîlyayî roja Çarşemê îxbar kiribû ku sefîr winda ye. Sefîr Amîrîdîs herî dawî roja Duşemê dema ji mala hevalên xwe derket, hatibû dîtin.
Mala ku malbata Amîrîdîs çû serdana wê, li bakurê Rîo de Janeîro ye.
Polîsê Brezîlyayê li ser wê disekine, ku bûyer revandin e. Li gorî daxuyaniya Sefaretxaneya Bilind a Yewnanîstanê jî, Amîrîdîs heta 9'ê mehê destûr standibû û ji bo bêhnvedanê çûye Rîo.
Amîrîdîs ê 59 salî, ji sala 2012'an heta 2016'an li Sefîrê Yewnanîstanê yê li Lîbyayê bû.