CDU: Erdogan ditirse ku Tirkiye nêzî YE bibe
Partiya Angela Merkel CDU ragihand, ku Erdogan ditirse nêzî Yekîtiya Ewropayê (YE) bibe û li gorî pîvanên Kopenhagenê tevbigere.
Partiya Angela Merkel CDU ragihand, ku Erdogan ditirse nêzî Yekîtiya Ewropayê (YE) bibe û li gorî pîvanên Kopenhagenê tevbigere.
Hevkarê desthilatdariya li Elmanyayê CSU hevkarekî din ê desthilatdariya SPD bi tundî rexne kir, ku bi rengekî durû bi salan piştgirî da AKP û Erdogan. Partiya Angela Merkel CDU jî destnîşan kir, ku Erdogan ditirse nêzî Yekîtiya Ewropayê (YE) bibe û li gorî pîvanên Kopenhagenê tevbigere.
Partiya Yekîtiya Civakî ya Xiristiyan (CSU) ku hevkarê CDU ye, partiyeke din a hevkarê desthilatdariyê Partiya Sosya Demokrat (SPD) sûcdar kir, ku yek ji berpirsyarê krîza bi Tirkiyeyê re ye.
PIŞTGIRIYA SPD'Ê YA JI BO ERDOGAN RÊ LI BER KRÎZÊ VEKIR
Sekreterê Giştî yê CSU Andreas Scheûer ji hejmara îro ya rojnameya Bîld re axivî û anî ziman, piştgiriya 'bêtehb' a SPD'ê bi salan da Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan rê li ber vê krîzê vekiriye.
Scheûer diyar kir, SPD'ê bi salan Erdogan 'nepixandiye' û îdîa kir ku binpêkirina mafên mirovan ên hikumeta AKP'ê ji nedîtî ve hatiye.
Scheûer îdîa kir, ku polîtîkaya CDU û CSU ya li ser Tirkiyeyê 'durust, rast û biryardar' e û got, helwesta tund a lîderê SPD'ê Martîn Schûlz û Wezîrê Karên Derve Sîgmar Gabrîel a li dijî AKP'ê, 'taktîk a hilbijartinê' ye.
ERDOGAN DITIRSE KU TIRKIYE NÊZÎ YEKÎTIYA EWROPAYÊ BIBE
Şirîkê mezin ê desthilatdariya CDU û CSU jî rawestandina danûstandinên endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê diparêze. Pisporê polîtîka derve ya CDU-CSU Jurgen Hardt ji rojnameya Rheînîsche Post re axivî û got, Erdogan ditirse kuk Tirkiye nêzî Yekîtiya Ewropayê bibe.
Hardt destnîşan kir, ku qebûlkirina pîvanên Kopenhagenê tê wateya vegera li azadiya çapemeniyê û pîvana cudahiyê ya hêzan. Hardt anî ziman, ku ev yek wê di heman demê de bê wê wateyê ku dadgeriya serbixwe îdîayên li ser gendelî û bertîlê yên endamên desthilatdariyê jî lêkolîn bike.
Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Çep (Dîe Lînke) ya li mûxalefetê Andrej Hûnko jî diyar kir, êdî tiştek nemaye bi Tirkiyeyê re bê axaftin û bang kir, ku danûstandinên ji bo endametiyê bên sekinandin. Hûnko got, "Êdî ne dema axaftinê ye. Dema çalakiyê ye."