CDÛ dixwaze balefirên Tornado biçin Rojava

Derbarê ‘herêma ewle’ ya ku DYE bi piştgiriya Elmanyayê dixwaze li Rojava ava bike, li ser navê partiya CDÛ Rottgen got ku “Ji bo parastina Kurdan û gelên li herêmê divê Elmanya berpirsyar tevbigere.”

Pêncşema borî malpera Spîegel Onlîne diyar kiribû ku Elmanya dixwaze piştgiriyê bide ‘herêma ewle’ ya ku DYE dixwaze li Rojava ava bike. Der Spîegel diyar kiribû bi vê planê re wê hêzên Kurd ji Tirkiye û rejîma Şamê werin parastin. Malperê bal kişandibû ser vî tiştî ku wê balefirên Tornado yê ku ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê li Urdunê hatibûn bicihkirin wê tevlî leşkerên Elmanyayê di vê planê de cih bigirin.

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo roja Înê li Berlînê jî hin civîn kiribû û di van civînan de jî ev mesele hatibû rojevê. Eniya Yekîtiya Demokratên Xirîstiyan (CDÛ)  a ku partiya serokwezîr Angela Merkel e, bi erênî nêzî vê planê dibe.

ROTTGEN: DIVÊ ELMANYA BERPIRSYARIYÊ WERBIGIRE

Norbert Rottgen ê ku li Meclîsa Federal ji karên derve berpirsyar e, diyar kir ku divê peywirên leşkeran werin dirêjkirin ên ku li dijî DAÎŞ’ê têdikoşiyan. Rottgen ji rojnameya Aûgsbûrger Allgemenîe re axivî û got ku “Em qala herêmeke wisa dikin ku wê Kurdan û gelên din diparêze. Ji bo ku gelên li wê herêmê werin parastin û pêşiya şeran werin girtin divê Elmanya berpirsyariyê werbigire.”

DYE ji bo ‘herêma ewle’ ya li Rojava, dixwaze Elmanya tevî 280 leşker û 6 balefirên xwe yên  Tornadoyê yên li balefirgeha Al-Asraky a li Urdunê tevlî vê planê bibe. Piştî ku QSD’ê DAÎŞ têk bir, dihat diyarkirin ku wê tezkereya ji bo hêzên leşkerî yên li Urdunê neyê dirêjkirin.