Di 13’ê Mijdara 2015’an de bi berxwedana bê hempa Şengal li ser destê gerîlayên azadiyê û şervanên YPG,YPJ’ê û hêzên Êzîdxanê hat rizgarkirin, endamên Şaredariyên Şengalê bahsa salvegera rizgarkirina Şengalê kirin û gotin ev ferman ji wan re bû derseke dîrokî û bû hêza ku karibin xwe bi rê ve bibin.
Endama Şaredariya Komelgeha Xanesor Mariya Şengalî diyar kir ku ew bi saya serê şehîdan li Şengalê dijîn û wiha got, “ger wan canê xwe ji bo me nekiribana, em nikarîbûn li ser axa xwe bijîn. Em îro lê dinêrin ku bi sed hezaran kes li ser axa Şengalê dijîn.”
Mariya Şengalî fermana 2014’an bi bîr xist û wiha domand: “Di dema fermana 2014’an de her Êzidiyek bi dereke de çû û li tevahiya cîhanê berbelav bûn. Lê niha em dinêrin ku piştî pergala Rêveberiya Xweser li Şengalê hat avakirin, civaka me careke din vegeriyan cih û warên xwe û ji nû ve dest bi jiyanê kirin.”
JINÊN ÊZIDÎ BI HÊZA XWE LI BER XWE DIDIN
Mariya Şengalî li ser rewşa jinên êzidî jî ev tişt anî ziman: “Jina Êzidî ya beriya fermanê bê îrade hatibû hiştin, lê piştî fikirê Rêber Apodi nava civakê de belav bûyê jina Êzidî jî pêre serî hilda û hêza xwe ji bo cîhanê da diyarkirin. Ger jina Êzidî weke niha di dema fermanê de bi rêxistinkirî bûya û ev hêza wê hebûya wê DAIŞ’ê nikarîba ewqas zorê bi jina Êzidî bike û yek jî wê neketiba destê wan. Niha em xwedî îrade ne û xwedî hêz in çi hêz û qeweta cîhanê jî bi ser me de were jî em ê serî jê re danayînin û em ê li ber xwe bidin. Di dîroka Iraqê de cara yekeme hêza leşkerî ya jinan hat avakirin û dikare li dijî tundiya li ser tevahî jinan bibe bersiv. Ev hêz û fikra xwe ji gerîlayên YJA Starê û YPJ’ê girtiye û heya niha jî em bi vê hêzê li ber xwe didin û xwe bi rê ve dibin.”
ÊZIDÎ PIŞTÎ FERMANÊ VEGERIYAN WARÊ XWE Û XWE BI RÊ VE DIBIN
Endamê Şaredariya Komlegeha Tilqesep Îsa Xelîl jî axivî û got, “Ev yekem care ku Êzidî piştî fermanê wiha zû xwe bi rêxistin kirine, hêza xwe dane avakirin û bersiv dan êrîşan. Îro bi hezaran malbat bi aramî li ser axa xwe dijîn. Em bînin bîra xwe ku gelê Êzidî rastî 74 fermanan hatiye û li cihê ku ferman rabûye careke din Êzidî venegeriyane wir. Lê li Şengalê ferman rabû û gel ji çiya derket. Bi rizgarkirina Şengalê re bi sedan malbat vegeriyan û îro jî bi hezaran jli vir dijîn. Ev jî encama rêxistinkirina civaka Êzidî ya li ser fikir û felsefefiya Serok Apo ye. Fikir û felsefeya Serok Apo ji 2014’an vir ve weke tovekî di nava civaka Êzidî de hatiye çandin.”
Îsal Xelîl anî ziman ku pêwiste civaka Êzidî ji fermanê dersên dîrokî derxe, xwe li ser wan dersan perwerde bike û bi rêve bibe û wiha pêde çû: “Heya niha gelek ji civaka me bi temamî ne di ferqa vê yekê de ne. Pêwiste em dersê ji fermanê derxin. DI vê em zinabin bê kê xiyanet li me kir û kê em parastin.”
Xelîl gerî dawî wiha aixivî: “Em niha ne weke dema fermanê û berovajî wê ne. Em xwedî hêzên xwe parastinê ne, em xwedî sazî û dezgeh in. Civaka me û bi taybet ciwanên me ji wê xewna beriya fermanê şiyar bûn. Ew ciwanên ku beriya fermanê bi fikra modernîta kapîtalîst mezin dibûn, îro di çeperan de li ber xwe didin, xwe û civaka xwe diparêzin.”