Cara yekê ye ku wê midûra Muzeyên Vatîkanê jinek be
Ji bo Muzeyên Vatîkanê, cara yekê jinek wek midûr hat tayînkirin
Ji bo Muzeyên Vatîkanê, cara yekê jinek wek midûr hat tayînkirin
Ji bo Muzeyên Vatîkanê, Barbara Jatta ya 54 salî wê ji îro û şûn de dest bi wezîfeya midûrtiyê bike. Jatta, 20’ê Kanûnê ji hêla Papa François hatibû erkdarkirin.
Jatta, jina yekem e ku vê wezîfeyê dike.
Jatta, wê li şûna Wezîrê berê yê Çandê ya Îtalyayê Antonio Paolucci wezîfeyê bike.
Muzeya Vatîkanê, beşek wê li Qesra Vatîkanê ye, bi galeriyek 7 kîlometreyan ve koleksiyona hunerê ya mezintirîn diparêze. Di nav van muzeyan de Dêra Sîxtîne jî heye.