Caputova bû yekemîn Serokkomara jin a Slovakyayê

Li Slovakyayê di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de Zuzana Caputova bi ser ket. Caputova bû yekemîn serokkomara jin a Slovakyayê.

Caputova di tûra duyemîn a hilbijartinê de 58 ji sedî yê dengan wergirt. Hevrikê wê komîserê Ewropayê Maros Sefkovic jî 41 ji sedî yê dengan bi dest xist.

Caputova piştî eşkerebûna encamên hilbijartinê daxuyanî da û banga yekîtiyê li Slovakyayiyan kir. Caputova got, "Em li tiştên ku me li hev dicivîne bigerin, di ser berjewendiyên xwe yên şexsî re bigirin."

Caputova ji çapemeniyê re axivî û got, "Bêyî bikaranîna zimanê agresîf û êrîşên şexsî mirov dikarin bi ser bikevin."

Hevrikê wê Sefkovic jî qebûl kir ku di hilbijartinê de têk çûye û got, "Ez li Birêz Caputova geriyam û min ew pîroz kir."

Serokkomara nû wê 15'ê Hezîranê sond bixwe û dest bi wezîfeya xwe bike.